Hişyarîdayîna parlimanterê lubnanî derbarê davikên Amerîka u Rejîma Siyonîst da
Hizbullaha Lubnanê di peyameke fermî bo sê berpirsên payebilind û gelê vî welatî derbarê hewldanên Amerîka û rejîma dagirker ji bo kişandina Lubnanê nav davikên siyasî û dîplomatîk hişyarî da.
Huseyn Hac Hesen, endamê fraksiyona Emekdariya bo Berxwedanê li parlemana Lubnanê got ku yek ji mêhwerên nameya Hizbullahê derbarê peymanekê ye ku di sala 2024an bi navbeynkariya Amerîka, Fransa û NYhatiye îmzekirin û Lubnana pabendê hemû bendên wê bûye lê Rejîma Siyonîst, di berdêla wê de, bi piştgiriya eşkere ya Amerîkayê êriş, wêranî û kuştinên xwe berdewam kiriye. Parlimanterê Hizbullahê got ku di vê nameyê de, Hizbullah bang li hikûmeta Lubnanê kir ku bi zexta ser Amerîka, Fransa û NY, cihanîna peymanê bişopînin û helwestek hevgirtî û cidî bigre. Husên Hac Hesen got ku Hizbullahê di beşeke din ji vê nameyê de hişyarî daye ku pêşniyarên muzakireyê yên ku Amerîka û Rejîma Siyonîst raber kirine, ne hilgirê prensîpên dîplomatîk in û bona wergirtina serpişkiyên zav ji Lubnanê hatine hilêxistin.