Hejmartina berovajî ji bo şeşemîn hilbijartinên parlemanî yên Iraqê piştî Sedam
Qonaxa duyem û li gişt welêt a şeşemîn hilbijartinên parlimana Iraqê dê sibê, 11`ê Mijdarê, were lidarxistin, ku tê de welatî dê 329 parlimanteran hilbijêrin
Şeşemîn Hilbijartinên parlimana Iraqê dê sibê were lidarxistin û welatî dê 329 parlimanterên nû hilbijêrin, parlimanek ku ji bilî karê xwe yê qanûnî, berpirsiyarê hilbijartina serokomar û dayîna dengê baweriyê li kabîneya nû ye jî.
Duh, hêzên leşkerî û ewlehiyê yên Iraqê, kadroyên bijîşkî, girtî û penaber beşdarî gera yekem a hilbijartinên parlimanê bûn û Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê rêjeya beşdarbûna di dengdana taybet a hilbijartinên parlimanê yên welêt de 82.48 ragihand. Hejmara giştî ya namzedan ji bo vê gera hilbijartinên parlimana Iraqê 7 hezar û 754 e, ji vê hejmarê 5 hezar û 504 mêr û 2 hezar û 250 jî jin in. Hejmara namzetên partiyan 3 hezar û 230, namzetên hevpeymaniyê 4 hezar û 449 û namzetên serbixwe jî 75 in, ku 13 jin û 62 mêr in. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê hejmara kesên ku mafê dengdanê hene ji 30 milyonî zêdetir ragihandiye, lê ji vê hejmarê, heft milyon kesan kartên biyometrîk tinene û nikarin beşdarî hilbijartinan bibin. Di vê gera hilbijartinên Iraqê de, ji sedî 40`ê namzedan di bin 40 salî de ne, ev yek jî hewlên nifşekî nû nîşan dide da ku li dijî rewşa siyasî ya kevneşopî ya Iraqê derkevin. Tê payîn ku encamên destpêkê yên hilbijartinên Iraqê di nav çend rojan de werin ragihandin, lê muhtemelen gotûbêjên li ser avakirina hikûmeteke nû dê çend mehan bidomin. Hilbijartina serokomar dê di nav 30 rojên destpêkirina parlimana nû de yekem karê wê be û serokomar dê di nav 15 rojan de namzetê fraksiyona herî mezin a parlimana bi avakirina kabîneyê erkdar bike. Ayid Hîlalî, şêwirmendê serokwezîrê Iraqê, behsa beşdariya bêhempa ya iraqiyan di dengdana taybet a welêt de kir û pêşbînî kir ku dê beşdariyeke mezin a xelkê di hilbijartinên parlemanî yên pêşber de hebe.