Şêx Neîm Qasim: Berxwedanê daxwazên xwe di peymana agirbesê de bi dest xist
Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê di peyamekê de ji bo konferansa Xezze Sembola Berxwedanê tekez kir ku Bahoza Eqsayê pirsgirêka Filistînê vejiyand û got: Berxwedan li Lubnanê jî yê rêya xwe berdewam bike
Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Şêx Neîm Qasim di peyama xwe ya ji bo 13emîn konferansa Xezz Sembola Berxwedanêde wiha got:Bahoza Eqsayê Pirsgirêka Filistînê ji nû ve vejiyand û deng û dengvedana wê gihîşt hemû cîhanê, çawa ku em li Amerîka, Fransa, Îngilîs û welatên din ên rojavayî bûn şehedê xwenîşandanan, lewma ev şoreşek rastîn e li asta cîhanê.Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê ragihand ku şerê Rejîma Siyonîst û Amerîkayê li dijî Xezzeyê di rastiyê de plana wan a jînosaydê û reşkirin û wêdebirina navê Filistînê ji nexşeya navneteweyî bû.Em pîrozbayiyê dibêjin gelê Filistîn, Xezze û berxwedêranê. Em vê peymanê li wan pîroz dikin.
Peymanek ku şertên wê hema mîna yên ku di Gulana 2024-an de hatine pêşniyar kirin, bû û neguherîn/
Şêx Neîm Qasim her wiha got: Ji nav kesên ku di bêencamkirina projeya dijminê Îsraîlî de rola xwe hebûn piştgirên herî girîng, Komara Îslamî ya Îranê bi serokatiya Îmam Xamineyî ne.