Helwêsta siyasî ya şaş a Tirkiyê li alûgurên Sûriyê
Sekreterê Giştî yê Partiya Weten got: Siyaseta Tirkiyê li hemberî alûgurên Sûriyê şaş bû û bû sedem ku Enqere bikeve tecrîdê
Ozgûr Bûrsalî Sekreterê Giştî yê Partiya Weten a Tirkiyê di hevpeyvînekê de got: Mixabin di demeke kurt de Amerîka û Îsraîl li Sûriyê karîn bi ser kevin lê xala girîng ew e ku piştî hilweşyana hikûmeta Şamê, Îsraîl dagirkeriya xwe li Sûriyê zêde kirin û heta navçeyên jêrayî girikên Colanê jî dagir kiriye. Sekreterê Giştî yê Partiya Weten a Tirkiyê got:Sûriye di rewşeke parçebûyî de ye û em fikri dikin ku hukûmeta heyî li wir mayînde nabe. Ew hêzên di bin kontrola Îsraîlê de ne. Wî got, mixabin, şopandina siyaseta şaş a Tirkiyê li Sûriyê, ew welat xist nav tecrîdê . Li aliyê din jî siyasetên li gor armancên Îsraîl û Amerîkayê bûn sedem ku têkiliyên Tirkiyê bi her du dostên xwe, Îran û Rûsiyê re rastî pirsgirêkê werin. Ev yek him ji bo Tirkiyê him jî ji bo herêmê metirsîdar e.