Çile 18, 2025 18:40 Asia/Tehran
  • Ebû Şerîf: Emrê Rejîma Siyonîst kurt e

Nûnerê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê li Tehranê di civîna Xezze sembola berxwedanê de got: Emrê Rejîma Siyonîst ji ber cinayetên ku kiriye kurt e.

Nasir Ebû Şerîf nûnerê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê li 13-emîn civîna Xezze Sembola Berxwedanê de ragihand ku piştgiriya ji Rejîma Siyonîst hîna berdewam e û îrorojê em dibînin ku Amerîka û Ewropa, bi taybetî  Amerîka, hemû  mijarên mirovahiyê rastî pirsgirêkê anîne.Tevî xwepêşandanên ku li Amerîkayê  hatin kirin me dît ku Amerîka hîna jî piştgiriya ji vê rejîmê berdewam dike. Nûnerê Tevgera Cîhada Îslamî jî bal kişand  ser  bombebaran giran a zîvala Xezzeyê  û got: Rejîma Siyonîst di çil rojên ewilî de bi qasî 4 bombeyên atomê , bombe ser zîvala  Xezzeyê de barand, lê gelê Filistînê berxwedana xwe berdewam kiriye û dê berdewam jî bike û  em amade ne ku berxwedana xwe bidomînin.Wî her wiha got: Rêjîma Siyonîst gelek pirsgirêkên wê  hene.

Serepeyv