Kuştin û birîndarbûna 13 leşkerên siyonîst li Xezzeyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i352928-kuştin_û_birîndarbûna_13_leşkerên_siyonîst_li_xezzeyê
Çavkaniyên medyayî derbarê kuştin û birîndarbûna zêdetir ji 10 leşkerên siyonîst di operasyona têkoşerên berxwedanê li bakurê zîvala Xezzeyê agahî dan.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Çile 13, 2025 13:50 Asia/Tehran
  • Kuştin û birîndarbûna 13 leşkerên siyonîst li Xezzeyê

Çavkaniyên medyayî derbarê kuştin û birîndarbûna zêdetir ji 10 leşkerên siyonîst di operasyona têkoşerên berxwedanê li bakurê zîvala Xezzeyê agahî dan.

Medyayên Îbrî ziman ragihandin ku li bakurê Zîvala Xezzeyê malek li ser tîmeke peya ya tîpa Nahalê piştî teqîna bombeyekê hilweşiya.

 Medyayên hanê ragihandin ku li gorî agahiyên destpêkê 3 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin û 10 leşkerên din jî birîndar bûne.

Van medyan her wiha dîmenên dema veguhestina birîndaran bi helîkoptereke leşkerî bo nexweşxaneya Telavîvê belav kirin.

Efserekî pilebilind ê Îsraîlî ji medyaya Îbrî re gotiye, nabe piştî derbasbûna 15  mehan şer bûyereke wiha rû bide.

Wî destnîşan kir: Artêşa Îsraîlê nikare  li ser herêmeke wek Beyt Hanûnê  bi temamî serdest bibe.