Çile 06, 2025 16:40 Asia/Tehran
  • Hişyariya tund a Ensarullaha Yemenê bo Erebistana Seûdî, Hemû bijarte li ser maseyê ne

Endamê Konseya siyasî ya tevgera Ensarullaha Yemenê derbarê nirxandina şaş a Erebistanê li ser alûgurên Yemenê hişyarî da.

Mihemed Elî El-Hûsî got: Gelê Yemenê ferset û amadetiya wê ya rûbirûbûna  bi her aloziyekê  di çarçoveya girtina pêşiya vî welatî bona piştgiriya ji  doza Filistînê heye  Wî her wiha got: Em ji Siûdiyan re dibêjin ku kêmkirina nakokiyan derfeteke baş ji bo nirxandinên we yên şaş  bû ku  rabuhuriyê de hûn kişandin nav xopaniyê.

Endamê Civata Siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê ji berpirsên siûdî re got: Berê we wisa fikir dikir ku Yemen dê di nava du hefteyan de sernixûn bibe û îro jî her nirxandineke şaş ku hûn bikin dê bibe sedema  işkesta we û di dawiyê de  wê gelê Yemenê bi ser kevin.

Muhemed Elî El-Hûsî tekez kir: Ger komployeke nû li dijî Yemenê cih were hemû bijarde yê ji aliyê gel, hêzan û eşîrên Yemenê ve wê li ser masê bin.

Serepeyv