Êrişa giran a siyonîstan ser navçeya El Xubeyrî ya Libnanê
Mijdar 15, 2024 18:22 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan basa êrişa giran û hovane ya Rejîma Siyonîst ser navçeya El Xubeyriyê li Zahiyeyê kirin, ev navçeya çend caran kete ber êrişa hewayî ya giran a siyonîstan.
Çavkaniyên nûçeyan îro herwiha basa êrişa nû ya hewayî û bi xwefiran a Rejîma Siyonîst ser Zahiyê li başûrê Bêyrûtê kirin.
Şaredarê navçeya El Xubeyriyê got: Êrişa vê dawiyê ser navçeya El Xubeyriyê, êrişa 11`an a di kêmtir ji 48 saetên buhurî da ye. Me misoger kir ku em ê li ber xwe bidin û em ê kawiliyan ji nû ve ava bikin.
Herwiha navçeya Birc El Beracine li Zahiyê jî kete ber êrişa nû ya Rejîma Siyonîst.