Meşa li Merakiş, Yemen û Urdinê ji bo piştevaniya ji xelkê Xezeyê
Roja Înê xelkê Merakiş,Yemen û Urdinê ji bo hevgirtinê bi xelkê Xezeyê û dijberiya li himber komkujiya ji aliyê Rejîma Siyonîst li Xezeyê meşek li dar xistin.
Bi hezaran kes ji xelkê Merakişê li 60 bajarên vî welatî ji bo piştgiriya ji xelkê Xezeyê û berxwedana filistîniyan û li dijî siyaseta birçîbûn û koçberkirina bi darê zorê ya filistîniyan meşek li dar xistin û ji saziyên navneteweyî xwestin ku bila berpirsiyariyên xwe ji bo rawestandina kuştina filistîniyan ji aliyê Rejîam Siyonîst ve bi cih bînin.Li Senayê jî xwenîşandanek mezin ser navê Em heta serketinê bi Xezeyê re ne" hat lidarxistin û xwepêşanderan ji bo piştgiriya ji helwêsta Yemenê ji bo piştevaniya ji milet û berxwedana Filistînê li hember êrişên Amerîka û Rêjîma Siyonîst ev meş li dar xistin.
Parêzgehên Tefîle û Eqbe li başûrê Urdinê jî bûne şahidê xwenîşandanên bi vî rengî û xwepêşanderan ji civaka cîhanî xwestin ku bila zextê bidin ser Rêjîma Siyonîst ji bo rawestandina cinayetên xwe li Xezeyê.