Mijdar 20, 2023 07:49 Asia/Tehran
  • Sena: Gemiyên Îsraîlê dê ji bo me bibin armancên rewa

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê hişyarî da hemû gemiyên Rejîma Siyonîst an jî gemiyên ku bi vê rejîmê re hevkariyê dikin ku dê bibin armancek rewa bo hêzên çekdar ên Yemenê.

Serleşker Yehya Serî berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê roja Yekşemê ragihand ku li gorî berpirsyariya exlaqî û dînî li hemberî gelê Filistînê, hêzên deryayî yên Yemenê di operasyonên leşkerî yên li Deryaya Sor de karîn ku gemiyeke Israîlî bixin bin kontrola xwe û wê bighînin peravê.

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê ji hemû welatên ku welatiyên wan li deryaya sor çalak in, xwest ku dev ji her cure hevkariyê bi gemiyên Îsraîlê re berdin.

Serî her wiha got: Operasyona leşkerî li dijî dijminê siyonîst  dê heta rawestandina destdirêjiya ser zîvala Xezeyê û cinayetên li dijî miletê Filistînê dê berdewam bin.

Vî rayedarê yemenî bal kişand s er vê yekê ku Rejîma Siyonîst ewlehî û aramiya navçê û derabsgehên navneteweyî xistiye metirsiyê û got kuku ger civaka navdewletî daxwaza ewlehî û aramiya navçê û berfireh nekirina xeleka nakokiyan dike, divê êrişên Îsraîlê ser Xezeyê rawestîne.

 

Serepeyv