May 10, 2025 19:09 Asia/Tehran

Hindistan û Pakistan piştî çend rojan şer û pevçûnan agirbes qebûl kirin.

Di halekî da ku serokkomarê Amerîkayê, Donald Trump vê sibê derbarê agirbesa demlidest di navbera Hindistan û Pakistanê de agahî dabû, îro Mihemed Îshaqdar, Wezîrê karên derve yê Pakistanê ragihand: Me bi Hindistanê re derbarê agirbeseke demlidest li hev kir. Wî got ku Pakistan her tim hewl dide ku li herêmê aştî û ewlehî pêk were û serwerî û yekperçetiya axa xwe biparêze. Wî got ku ev ne rêketineke qismî ye, belku têgihîştineke tam û tekûz  jibo agirbesa di navbera her du welatan de ye.

Serepeyv