Serokê Parlimana Libnanê: Normalkirina têkiliyan bi Îsraîlê re xiyanet e
Serokê Parlimana Libnanê got ku armanca Rejîma Siyonîst ji berfirehkirina êrişên xwe bo ser Libnanê ew e ku vî welatî neçar bike ku têkiliyên xwe bi Rejîma Siyonîst re normal bike.
Nebîh Berî tekez kir ku asayîkirina têkiliyan bi Rejîma Siyonîst re xiyanet e û tu carî dê pêk neyê û got ku Rejîma Siyonîst bi êrişên xwe ser Libnanê dixwaze rewşek nû li vî welatî çêbike ku nîşan bide ku ew serdest e.
Nebîh Bêrî tekez kir ku Rejîma Siyonîst dixwaze bêje ku ew dikare bi berfirehkirina êrişên xwe, Libnanê neçar bike ku têkiliyên xwe normal bike, lê ev yek qet pêk nayê û normalkirina têkiliyan bi Rejîma Siyonîst re xiyanet e.
Serokê Parlemana Libnanê got: Em pabendî agirbesê ne û Libnan dê neçe aliyê ku Rejîma Siyonîst dixwaze. Çekê me di vê qonaxê de sebir e û em ê bi vê sebirê bi wan re şer bikin.