Veguhestina endamên Komelê ji bo kempa Sordaşê
Hevdem ku ultîmatoma Herêma Kurdistana Iraqê bo her sê komên terorîst ên Komelê bi dawî dibe, pêvajoya valakirina kempan ji vê sibê ve dest pê bûye.
Ji vê sibê ve, pêvajoya valakirina tam a kempên sereke yên her sê baskên koma terorîst a Komelê li Herêma Kurdistana Iraqê destpê kiriye. Piştî paşdexistin û sistiya rayedarên koma terorîst a Komelê, Herêma Kurdistana Iraqê 10 roj dem da van koman da ku kempan vala bikin.
Rayedarên Komelê ji bo derbaskirina demê her fêl û hîleyek bi kar anîn, lê li gorî rêketinama ewlehiyê, ev kom divê ji kempên xwe yên niha bihatana derxistin û bo kempa Sordaşê ya ku berê hatibû destnîşankirin bihatana veguhestin. Herêma Kurdistana Iraqê hişyarî dabû ku ger rayedarên Komelê vê fermanê cih neynin, ew ê neçar bimînin ku zorê bidin ser wan.