Adar 02, 2023 18:34 Asia/Tehran
  • Di nava eskerên siyonîst de bêtifaqî û qelaş çêbûye

Yekîneya tam a komandoyên Hêza Asimanî ya Îsraîlê nasyar bi Şeldac’ê (Shaldag Unit), ragihand ku, naxwezin xizmeta xwe ya serbaziyê bidomînin.

Di dewama protestokirina plana Benyamîn Netanyahû, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst ya nasyar bi ‘‘ Guhertina Qanûna Dadweriyê’’ ku li erdên dagirbûyî de wek “Darbeya BB”yê tê naskirin, komek ji komandoyên Rejîma Til Avîvê bêzariya xwe ji kabîneya tundrê ya Rejîma serdest diyar kirin.

 Komandoyên hanê gotin ku ew ji ber guherîna sîstema demokrasiyê li Îsraîlê bo sîstema dîktatoriyê naxwzain ku peywirdariya xwe bidomînin.

 Hefteya buhurî hêz û efserên pilebilind ên yekîneyên alîkariyê yên artêşê û Hêza Asimanî ya Rejîma Siyonîst kiryarên kabîneya Nêtanyahê rexne kiribûn û gotibûn ku ger ev kiryar bên domandin, ew ê dev ji xizmeta eskerî berdin.

 Hêzên eskerî yên hanê ku di nava wan de pîlot û efserên pilebilind jî hene û di beşa Îstixbarata eskerî û Berevaniya Asimanî de dixebitin, bo wajokirina nameyekê teqez kirin ku divê xizmeta wan a eskerî li gor rêzikên Rejîma Siyonîst û qaşo Azadiya Raderbirînê bêyî ti tirsekê be û ger rejîma wan veguhere sîstema dîktatoriyê, karûbar yê hemî ji nav herin.

 

 

Serepeyv