Rayedarê HAMAS’ê: Rejîma Siyonîst berpirsa dûhatên derbaskirina hêlên sor e
Serokê Dosyeya Qudsê li nivîsgeha siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), got ku Rejîma Siyonîst berpirsa dûhatên binpêkirina hêlên sor li Mizgefta Eqsayê ye.
Harûn Nasiredîn, Serokê Dosyeya Qudsê li nivîsgeha siyasî ya HAMAS’ê derbarê destdirêjiyên dagirkerên siyonîst ser Mizgefta Eqsayê de got: Filistîniyên rûniştiyê Beyt Ul-Muqedesê û Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û erdên dagirbûyî û hêzên Berxwedanê yê bi zûtirkê bersiveke tund bidine destdirêjiyên Rejîma Siyonîst û ger hewildanên wiha kirêt bên domandin, filistînî yên pevçûnn xwe li hember îsraîliyan gurrtir bkin û gelê Filistînê piştgiriyê dide Berxwedanê û hêzên ku her tim di meydanê de tê dikoşin.
Li gor nûçeyeke din, eskerên siyonîst duh Îniyê êrişî ser bajarê El-Xelîlê li başûrê Rexê Rojavayê Çemê Urdinê kir û bi êrişa ser malên hinek filistîniyên vî bajarî du kesên wan desteser kirin.
Artêşa Rejîma Siyonîst her wiha ber bi erdên çandiniyê yên filistîniyan li rojhilatê Xan Yûnisê li başûrê Zîvala Xezeyê jî gulle avêtin. Navenda lêkolînên hêzên filistînî ragihand ku dagirkirên siyonîst di meha buhurî de bi êrişa ser bajar û gundên Rexê Rojavayê Çemê Urdinê 380 filistînî ji wan 41 zarok û 11 jin girtin.
Ji aliyê din ve, Şervanên filistînî di 24 sietên buhurî de dest bi 29 opersyonên berxwedanê li her derên Rexê Rojavayê Çemê Urdinê kirin.
Têkoşerên filistînî di 24 sietên buhurî de 5 operasyonên gulleavêtinê, 3 caran avêtina narincokan û botlên êgir, agirberdana bi birca eskerî, 3 babetên kavilkirina erebeyên bajaroknişînên cihû û 13 babetên rûbrûbûna bi dagirkirên siyonîst pêk anîn.