Serokomarê Çînê serdana Erebistana Siûdî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i338034-serokomarê_Çînê_serdana_erebistana_siûdî_kir
Şî Cînpîng serokomarê Çînê bi armanca xurtkirina peywendiyan roja Çarşemiyê berê xwe da Erebistanê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 07, 2022 14:46 Asia/Tehran
  •  Serokomarê Çînê serdana Erebistana Siûdî kir

Şî Cînpîng serokomarê Çînê bi armanca xurtkirina peywendiyan roja Çarşemiyê berê xwe da Erebistanê.

Şî Cînpîng (Xi Jinping) di serdana x we ya sêrojî bo Erebistanê biryar e digel paşa û welîehdê vî welatî li ser hevkariyên dualî biaxive.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Çînê, Di vê serdanê da bo cara yekem civîna Çînê û welatên dorhêla Kendava Farisê bi armanca vekolandina mijarên hevpar û xurtkirina peywendiyan bo asta stratejîk dê were lidarxistin.

Çaverêtî heye asta bazirganiya Çînê digel welatên ereb ên navçeyê îsal bigihêje derdora 330 miliyar dolarî.