Li Qudsa dagirkirî 3 eskerên siyonîst birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i337227-li_qudsa_dagirkirî_3_eskerên_siyonîst_birîndar_bûn
Çavkaniyên Îbranî şeva şemiyê ragihandin ku 3 eskerên siyonîst di şer û pevçûna navbera eskerên siyonîst û ciwanên filistînî li Qudsa dagirbûyî de birîndar bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 23, 2022 06:16 Asia/Tehran
  • Li Qudsa dagirkirî 3 eskerên siyonîst birîndar bûn

Çavkaniyên Îbranî şeva şemiyê ragihandin ku 3 eskerên siyonîst di şer û pevçûna navbera eskerên siyonîst û ciwanên filistînî li Qudsa dagirbûyî de birîndar bûne.

Li gorî rapora IRNA`yê, li dû êrişa roja şemiyê ya eskerên siyonîst ser mala operatorê vê operasiyonê li Qudsa dagirbûyî, pevçûnên dijwar li bajaroka "Enana" û kempa "Şuefatê" qewimîn û di wê êrişê de 3 leşkerên siyonîst birîndar bûn.

Birîndarbûna van 3 siyonîstan piştî wê yekê rû dide ku berêvara şemiyê di encama operasiyona berxwedanê ya Qudsa dagirbûyî de siyonîstekî bajarokan birîndar bû. Herwiha nûciwanê filistînî yê bi navê Receb Ebû Qetîş ê 16 salî ku ev operasiyon pêk anî jî bi giranî birîndar bû.

Ji aliyeke din ve, gurûpên berxwedanê yên Hemas û Cîhada Îslamî ya Felestînê di daxuyaniyên cuda de operasiyona berxwedanê ya Receb Ebû Qetîş bi qîmet nirxand û pîroz kir.