Kesayetiyê Seyid Hesen Nesrullah bi nêrîna rêxistinên sîxoriyê yên Israîlê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i334001-kesayetiyê_seyid_hesen_nesrullah_bi_nêrîna_rêxistinên_sîxoriyê_yên_israîlê
Rêxistina Sîxoriya leşkerî ya Israîlê di analîzkirina kesayetiyê Seyid Hesen Nesrullah pêngavek ji asta normal wêdatir daniye û tîmeke 15 kesî ji lêkoleran ji bo vekolandina gişt taybetmendiyên Seyid Hesen Nesrullah û gişt tiştên ku bi awayekî têkildarî wî ne, erkar kirine da ku bikare nêrîn û bertekên Hizbullahê li hemberî destdirêjiyên vê rejîmê analîz bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 16, 2022 16:09 Asia/Tehran
  • Kesayetiyê Seyid Hesen Nesrullah bi nêrîna rêxistinên sîxoriyê yên Israîlê

Rêxistina Sîxoriya leşkerî ya Israîlê di analîzkirina kesayetiyê Seyid Hesen Nesrullah pêngavek ji asta normal wêdatir daniye û tîmeke 15 kesî ji lêkoleran ji bo vekolandina gişt taybetmendiyên Seyid Hesen Nesrullah û gişt tiştên ku bi awayekî têkildarî wî ne, erkar kirine da ku bikare nêrîn û bertekên Hizbullahê li hemberî destdirêjiyên vê rejîmê analîz bike.

Li gorî rapora Malpera Ehdê, Lêkolînên vê tîmê nîşan daye ku berovajî îdiaya vê rejîmê û gotegotên ku li nav libnaniyan hene, Seyid Hesen Nesrullah ser bi Îranê nîne, belkî ew xwedan helwêst û biryardanên xwe ye. Ew di rastiyê da hevpeymanê Îranê ye û di cîhana şîeyan da, piştî Ayetullah Xamineyî, kesayetiyê duyem tê hesab.

Israîl dizane ku Hizbullah li dû dabînkirina berjewendiyên Libnanê ye û di heman demê da beşeke Bereya Berxwedanê ye ku ji Beyrûtê heta Tehranê didome.

Xala din ev e ku Hizbullah di bin rêbertiya Seyid Hesen Nesrullah da bûye aliyekî çalak di qada siyaseta Libnanê û navçeyê. Di halekî da ku Libnan di dirêjahiya dîroka xwe da qada qewimîna alûgoran bû, bêyî ku rol û bandoreke wê bi xwe tê da hebe.