Kongraya ‘Piştgiriya Îstiqrara Lîbyayê’ dest pê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i329549-kongraya_piştgiriya_Îstiqrara_lîbyayê’_dest_pê_kir
Îro li Terablusê ya paytexta Lîbyayê, kongraya ‘Piştgiriya Îstiqrara Lîbyayê’ dest pê kir. Wezîrên karên derve yên gelek dewletên Rojhilata Navîn û rojavayî tev li kongreyê bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 21, 2021 15:35 Asia/Tehran
  • Kongraya ‘Piştgiriya Îstiqrara Lîbyayê’ dest pê kir

Îro li Terablusê ya paytexta Lîbyayê, kongraya ‘Piştgiriya Îstiqrara Lîbyayê’ dest pê kir. Wezîrên karên derve yên gelek dewletên Rojhilata Navîn û rojavayî tev li kongreyê bûn.

Di Kongraya Îstiqrara Lîbyayê de serokwezîrê Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe diyar kir ku hebûna leşkerî ya hêzên biyanî li Lîbyayê hemûyan aciz dike, ji ber wê divê hemû alî li hev bikin û dosyaya hebûna leşkerî ya biyanî ya li Lîbyayê çareser bikin û wiha berdewam kir: “Êdî biryar di destê lîbyayiyan de ye û em hewl didin aramiyeke rasteqîn pêk bînin."

Gelek rayedarên payebilind ên Ereb û navneteweyî, di serî de wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan, wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî, yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, yê Cezayirê Remtan Lamamra û yê Kiwêtê Ehmed Nasir El-Subah di kongreyê de beşdar in.

Her wiha di kongreyê de cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Yall Lambert, balyozê Amerîkayê Richard Noland, serokê şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Lîbyayê Jan Kubis, nûnerên Îtalya, Tirkiye, Qeter, Tunis, Çad û Sûdanê beşdar in.

Li gorî raporeke NY`yê derdora 20 hezar çete û çekdarên biyanî li Lîbyayê ne ku piraniya wan Tirkiyê ew birine wir. Her wiha ji bilî wan li gorî lihevkirina dualî ya di navbera Enqere û hikumeta berê ya Lîbyayê de bi sedan leşkerên Tirk jî li Lîbyayê ne