Hemas: Rejîma Îsraîlê berpirsa kuştina her 3 masîgirên filistînî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i324805-hemas_rejîma_Îsraîlê_berpirsa_kuştina_her_3_masîgirên_filistînî_ye
Wezareta Hundirîn a Tevgera Hemasê li Xezayê ragihand ku Rejîma Îsraîlê berpirsa kuştina 3 masîvanên filistînî ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 12, 2021 06:41 Asia/Tehran
  •  Hemas: Rejîma Îsraîlê berpirsa kuştina her 3 masîgirên filistînî ye

Wezareta Hundirîn a Tevgera Hemasê li Xezayê ragihand ku Rejîma Îsraîlê berpirsa kuştina 3 masîvanên filistînî ye.

Wezareta Hundirîn a Tevgera Hemasê duh nîvro di kongreyekê de ragihand "Bombeyeke helîkopereke artêşa dagirker a Rejîma Siyonîstî ku di tora masîvan de asê mabûn, bi masîvnana ve teqiya û bûsem ku ew jiyana xwe ji dest bidin."

Vê wezaretê diyar kir, artêşa rejîma Îsraîlê berpirsa kuştina her 3 masîvanên li deryaya Xanyûs a li başûrê Xezayê ye.

Wezareta Hundirîn a Hemasê bang li saziyên hiquqnas ên herêmê û navneteweyî kir ku erka xwe bi cih bînin û di dadgehên navneteweyî de nîqaşa sûcên ku li dijî gelê wan ên filistînî pêk tên bike, ya her dawî jî kuştina her 3 masîvanan e.