Kurdên Lubnanê di navbera qeyrana aborî û ziyanên teqînê de
Li paytexta Lubnanê Beyrûtê, li cihê ku teqînê lê rû daye, bi sedan kurd dijîn. Gelek kes birîndar bûn û gelekan jî ziyanên madî dîtin. Li gel krîza aborî û rewşa jiyanî ya nebaş, gelo rewşa wan çawa ye?
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Kolanên Beyrûtê bûn xwelî, rê ji ber tabloyên hesin, cam û keviran hatine girtin. Ev wêne, rojên şer tîne bîra lubnaniyan.
Me serdana gelek malên Kurdan kir ku tehma vê bûyera biêş kirine û me li nêrîna wan guhdar kir.
Ji ber teqîna li perava Beyrûtê taxên bajêr bûne kavil. Di her malekê de serpêhatiyeke biêş heye.
Murad Îbrahîm Hesen dibêje: "Bûyera ku qewimî mîna şerekî bû. Di kêliya teqînê de me texmîn kir ku Îsraîlê pira Burc Hemûd topbaran kir, an jî jenaratorek li jêra avahiyê teqiya. Lê heke teqiyabe gelo em ê sax bimana. Şikur ji xwedê re tenê ziyanên madî li vir çêbûn, cam şikestin û hin dîwar qelişîn.”
Li herêma Burc Hemûd a li beramberî peravê, di maleke xizan de malbata Sadiq Îbrahîm dijî. Di vê malbatê de kur û birayê Sadiq birîndar bûn. Li ser vê Osman Muslim Yoxena dibêje: "Dema min dengê teqînê bihîst ez bi lez derketin da binêrim çi qewimî. Kêliya min derî vekir cam bi ser rûyê de min hilweşiya, ez ji çav û destê xwe birîndar bûm."
Der barê lêçûna tedawiyê de Yûxena got: "Roja bûyerê wezaretê erka tedawiya birîndaran girt ser xwe, lê piştre li ser hesabê nexweş bû."
Biraziyê wî Osman Fendî ku birîna wî siviktir bû, wiha got: "Ez li cihê lîstokên elektronîk bûm, cam bi ser min de hilweşiyan. Min nedizanî çi bi min re çêdibe, xelkê ji min re got biçe nexweşxaneyê tu di xwînê de maye."
Dayika Osman, Seîda Mihemed êşa xwe ya derûnî û tişta bi serî zarokên wê yên biçûk de hatiye, vedibêje: "Rewşa aborî gelek zehmet e, teqîn jî çêbû ku sermiyanê malê bê kar ma. Kurê min dibistan berda da ku alîkariya malê bike, lê li vî welatî derfetên kar tune ne."
Seîda hêvî dike ku ji Lubnanê biçe welatekî din ku mirov bikare lê bi keramet û ewle bijî.
Newzat Yûsif Reşo di qata sêyemîn de bi cih dibe û mala wî wêran bû, di teqînê de ji rû û destên xwe de birîndar bû. Newzat Reşo dibêje tu nexweşxaneyan pêşwaziya wî nekirin ji ber ku hejmara birîndaran pir bû, ji ber wê neçar ma ku biçe bijîşk bibîne. Her wiha diyar kir ku ew li malekê digere ku lê bi cih bibe heta mala xwe ya xirabûyî ji nû ve çaksaz bike.
Avahiya Weqfa Newroz a Çandî û Civakî jî di teqînê de ziyan dît. Tevî vê yekê endamên weqfê serlêdanên xwe yên ji bo malên Kurdan ên ku ji ber teqînê ziyanên dîtine, nesekinand.
Seroka weqfeyê Henan Osman diyar kir ku heta niha tu alîkarî nehatine şandin û got ew li benda civaka navdewletî û rêxistinên mirovî ne ku alîkariya malbatên ku ziyan dîtine, bike.
Henan Osman wiha da zanîn: "Me bihîst ku pêşkêşkirina alîkariyan ji bo kesên ziyan dîtine wê ne bi rêya dewleta Lubnanê be, lê bi rêya Komeleya NGO'yê be. Em ji aliyê xwe ve li rêxistin, komele û sefaretê geriyan, lê heta niha tu encamên diyar û berçav çênebûne. Heke alîkarî bigihêje me em ê yekser belav bikin."
MEKANÎZMAYA BELAVKIRINA ALÎKARIYAN
Sekreterê giştî yê Desteya Bilind a Alîkariyan Mihemed Xêr destnîşan kir: "Deste dê bi hevkariya aliyên fermî û yên têkildarî ji artêş û şaredariya Beyrûtê û şaredariyên derdorê, civaka sivîl a herêmî û rêxistinên navdewletî mekanîzmeyeke zelel ji bo belavkirina alîkariyan deyne, her wiha dê bi lez raporekê der barê ziyanan de amade bikin."
Mihemed Xêr got: "Di serjimariya avahiyên wêrankirî de artêş û Desteya Bilind a Alîkariyan hevkar in. Ji bo keşfkirina ziyanan, herêma ziyan dîtiye dê li gorî koman werin belavkirin. Me ji aliyê xwe ve 3 xet diyar kirine da ku ziyanan keşif bikin û alîkariyên meydanî pêşkêş bike."