Komên terorîst amûrê zextê yê Amerîkayê ji bo berdewamkirina mayîna leşkerên wê li Iraqê
Parlemanterê Iraqê, bal kişand ser bikaranîna berdewam a komên terorîst ji aliyê Waşingtonê ve wekî amûrê zextê dijî Bexdayê û got ku armanca wê berdewamiya hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê ye.
Refîq Salihî, parlimanterê fraksiyona Sadiqun li parlemana Iraqê, bal kişand ser helwesta balyozxaneya Amerîkayê derbarê zêdebûna xetera komên terorîst li Iraqê û ew wekî liv û tevgereke eşkere ji bo rewakirina hebûna leşkerî ya Amerîkayê û binpêkirina serweriya neteweyî ya Iraqê da zanîn.
Wî her wiha got: Helwesta berdewam derbarê xetera komên terorîst hincetek e ku Waşington ji bo berdewamiya hebûna xwe ya leşkerî li Iraqê daye destpêkirin.
Salihî tekez kir: Balyozxaneya Amerîkayê hertim destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Iraqê dike, çi bi helwestan be çi jî bi çalakiyên meydanî ku ev yek wekî binpêkirina eşkere ya prensîbên dîplomatîk e.