Tebax 25, 2025 17:55 Asia/Tehran
  • Şer û pevçûna hêzên Kurd û hêzên ser bi Colanî li rojhilatê Sûriyê

Piştî demeke dirêj ji devojeniya di navbera hêzên Kurd û serhildayiyên sûrî de, her du aliyan îro li parêzgeha Dêrezora Sûriyê bi tundî bi hev re ketin pevçûnê.

HSD`ê ragihand ku wan êrişa endamên ser bi serhildayiyên desthilatdar li  Şamê bê encam kiriye. Endamên ser bi Ebû Mihemed Colanî, Serkirdeyê serhildêrên desthilatdar li Sûriyê, êrişî baregeheke leşkerî ya girêdayî Konseya Leşkerî ya Kesreyê li rojavayê Dêrezorê kirin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku pevçûnên giran li derdora  Dêrezorê di navbera serhildêr û hêzên Kurd de çêbûne. Ev şer û pevçûn li xalên têkiliya navbera her du aliyan li rojhilat û rojavayê bajêr qewimîn.

HSD di daxuyaniyekê de ragihand ku endamên ser bi Colanî hewil didin ku bi çek û xwefiran baregeheke leşkerî li rojavayê Dêrêzorê bidin ber êrişan ku  aloziyê çê bikin û navçê nearam bikin.

Serepeyv