788 kuştî û zêdetirî hezar birîndar di encama rabûna lehiyê li Pakistanê de
Rêxistina Girtina Pêşiya Qeyranê ya Pakistanê ragihand: Ji 26`ê Hezîranê ve heta niha baranên guj û lehiyên ji nişka ve û bûyerên ji ber wan li deverên curbicur ên vî welatî canê 788 kesan istandiye û zêdetirî hezar kesên din jî birîndar bûne.
Rêxistina Rêvebiriya Qeyranê li Pakistanê di raporekê de bi ragehandina zêdebûna hejmara qurbaniyên baranên demsalî û bûyerên ji ber wan, ji wan rabûan lehiyê bo 788 kuştiyan got: li nav qurbaniyan de 200 zarok, 471 mêr û 117 jin hene.
Eyaleta Xeyber Pextunxwa ya Pakistanê zirara herî zêde dîtiye û mirina 469 kesan, ji wan 81 zarokan, li bajarên curbicur ên vê eyaletê hatiye ragihandin. Piştî wê, Pencab bi 165 kuştiyan di rêza duyemîn de ye û eyaleta Sind û Belûçistanê bi rêzê ve 51 û 24 kuştiyan, gelek qurbanî dîtine. Her wiha, li herêma Gilgit Beltistanê ku ji ber guherîna avhewayê rastî diyardeya heliyana cemedên xwezayî ve hatiye jî, herî kêm 45 kes mirine û li herêma Kişmîrê û paytexta Pakistanê jî di encama van bûyeran de sercem 33 kes hatine kuştin.
Wezîrê Karên Hundir ê Îranê di gotûbêja bi rêya telefonê bi hevtayê xwe yê pakistanî re, amadebûna Komara Îslamî ya Îranê ji bo alîkariya mexdûrên lehiyê li vî welatî ragihand.