Ziyanên lehiya Çemçemalê gihîşt 200 milyon dolarî
Lehiya berfireh a vê dawiyê zirar gîhand bi sedan xanî û trimbêlan, zirara wê bi qasî 200 milyon dolar hatiye texmînkirin.
Di encama lehiya vê dawiyê de li Çemçemala Herêma Kurdistanê heta niha 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 12 kes jî birîndar bûne. Vê lehiyê zirar gîhandiye hezar û 607 malbatên navçeyê, 200 wesayît, 115 dikan û supermarketan û 450 projeyên curbicur.
Li gorî gotina Rêvebirê Nahiya Şorişê, hema li vê nahiyê zêdetirî 700 xanî, zêdetirî 250 wesayît û zêdetirî 50 dikan û depoyan zirar dîtine. Welatiyên navçeyên ku ketine ber lehîyê, li Herêma Kurdistanê nebûna xizmetguzariyan û xemsariya saziyên berpirsiyar protesto dikin.Hevdem Dezgeha Ragihandinê ya Metro ragihand ku behrewergitina siyasî ji êş û elema qurbaniyên lehiyê ji hêla partiyên Herêma Kurdistanê ve sedema rûreşiya ye.