Kanûn 10, 2025 18:55 Asia/Tehran
  • Qubad Talebanî: Me hê ti berbijarek ji bo posta serokomartîya Iraqê tineye

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê got: Me hê ti berbijarek ji bo posta serokomartîya Iraqê tineye u em çavlirê ne ka yê kê bibe.

Qubad Talebanî dîyar kir ku YNK u PDK rê ji bo pêkanîna hikûmeta federal xweş dikin û got: Civînên YNK u PDK erênî bûne û civîna k ubiryar bû îro were lidarxistin jî ma bo hefteya bê. Wî herwiha got: Gotûbêj u rawêjkarîyên tev alîyên din li Bexdayê, derfeteke baş ji bo haydarbûna ji nêrînên curbicur pêk anîne. Talebanî herwiha got: Divê em pabendê Iraqeke xurt bin û pêwîst e ku Herêma Kurdistanê beşeke Iraqa bi-istiqrar u xurt be. Em hewil idin istiratejîya durist di warên aborî û sîyasî da danin u nakokîyên di navbera Hewlêr u Bexdayê da çareser bikin. 

Serepeyv