Kanûn 09, 2025 17:46 Asia/Tehran
  • Rabûna lehiyê li Silêmaniyê û çend herêmên din

Ji ber baranên guj û giran li navçeyên curbicur ên Silêmaniyê lehî rabûye.

Ji ber barana guj û giran li Herêma Kurdistanê gelek rêyên sereke yên  vê herêmê ji ber rabûna lehiyê hatine girtin. Li navenda şarê Çemçemalê lehî rabûye û av derbasî nav çend malan bûye û  çend trimbêl jî di bin avê da mane u hinek jî li ber lehîyê da çûne. Ji ber lehiyê rêya sereke ya di navbera Çemçemal û Silêmanîyê de hatiye girtin. Rêya sereke ya di navbera Silêmanî- Kerkûkê  ji Tasloce, Tekye, Çemçemal û Qerehencîrê va hatiye girtin û tîmên berevaniya sivîl hewl didin kesên tûşbûyî u asêbûyî rizgar bikin. Li taxên Çemçemalê sê kes mirine. Ji roja Yekşemê ve pêlek barana guj Herêam Kurdistanê daye ber xwe u didome. 

Serepeyv