Zêdebûna rexneyên derheq gotinên Mesûd Barzanî derbarê endazyariya kursiyên parlemana Iraqê de
Piştî îdiaya Mesûd Barzanî ser endazyariya kursiyên parlemana Iraqê, ji bilî redkirina vê rexneyê ji aliyê komên Iraqî ve, kesayetî û komên Kurd li Herêma Kurdistana Iraqê jî ev îdia red kirin û heta ragihandin ku heke planeke bi vî rengî jî hebe Mesûd Barzanî dîzaynerê wê ye.
Piştî ku Mesûd Barzanî serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê di civîna hilbijartinê ya partiya xwe de ragihand ku belavkirina kursiyên parlemana Iraqê hatiye darêştin ango ji pêş va hatine parvekirin, Ehmed Hacî Reşîd, parlemanterê berê yê Iraqê, got: Muhtemel e Birêz Mesûd Barzanî bi xwe endazyarê sereke yê hilbijartinan be ku niha behsa parvekirina ji pêş va ya kursîyên parlimanê dike. Ev gotin bê bingeh in û tenê ji tirsa jidestdayîna hin kursiyên wan têne kirin. Aram Celal, rêveberê Dezgeha Çavdêr a Kurdan di Hilbijartinê da jî wek berteka li himber gotinên Barzanî tekez kir ku heke Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê bi rastî baweriya xwe bi endezyariya hilbijartinan hebe divê ew boykot bikira ne ku hewl bide dengan zêde bike. Vêca dikarin bibêjin ku ev gotinên Barzanî ji bo derveyî Herêma Kurdistanê ne. Heke Partiya Demokrat a Kurdistanê bi rastî piştrast biba ku hilbijartin ji berê ve hatîye darêştin ango kursî hatine parvekirin, divê qet beşdarî dewra şeşan a parlemanê nebûya. Heta piştî gotinên Barzanî jî ti daxûyaniyeke fermî ji polîtboroya PDK va nehat belavkirin ji ber vê yekê eşkere ye ku ev gotinên Barzanî davikek jibo dilsarkirina xelkê Herêam Kurdistana Iraqê ye.
Li gorî bawera karzanên siyasî piştî hilbijartinên parlemanê li Herêam Kurdistana Iraqê ku nêzîkî salekê ser derbas dibe û Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê, ku piraniya kursiyên parlemanê li Herêma Kurdistanê bi dest xist, nekarî bi partiyên din ên Herêma Kurdistanê ra kabînê pêk bîne, gelê Herêma Kurdistanê ji her demekê zêdetir bi lawaziya Partiya Demokrat a Kurdistanê di hevkariya bi partî û komên din re hesiyane. Ji hêla din ev jî giranbûna nakokiyan li Herêma Kurdistanê, zêdebûna nerazîbûnê, çi di warê mûçeyên karmendan û çi jî di warê zêdebûna bêkariyê de, ku partiya Barzanî nekariye heta di rola navbeynkar de jî, hin ji van pirsgirêkan çareser bike,gelê Herêma Kurdistanê bi vê rasitiyê hesand ku divê ew bêyî ku sloganên bêbandor ên partiya Barzanî dengê xwe bidin kom û partiyên din. Lewma Barzanî ji tirsa vê yekê ku hejmara dengderên partiya wî di vê dewra parlemana Iraqê de muhtemel ji hilbijartinên parlemana Herêma Kurdistanê kêmtir bibe bi hilêxistina mijara endezyariya hilbijartinê rola xwe li dilsarkirina dengderên Herêma Kurdistanê hebe ku ger wisa be divê were gotin ku Mesûd Barzanî bi xwe ji yekem endazyarên hilbijartinên parlemana Iraqê ye.