Cotmeh 27, 2025 17:50 Asia/Tehran

Gotinên Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê derbarê kurdistanîbûna Kerkukê rastî rexneyên tund ên berpirs û partiyên Iraqî ve hat.

 Mehmûd Meşhedanî, Serokê Parlimana Iraqê bi redkirina gotinên Mesrûr Barzanî ser kurdistanîbûna Kerkukê tekez kir ku ev nerîn nayên qebûlkirin û divê rayedarên herêmê bizanibin ku di van rewşan de ku ew mijûlî bangeşeya hilbijartinê ne dev ji bêtifaqiyê ku dibin sedema qeyranê berdin. Ji aliyê din ve, Emar Keyhe, serokê Hevpeymaniya Rizgariya Tirkmenan li Kerkukê ragihand ku gotinên Mesrûr Barzanî, ser Kerkukê propagandaya hilbijartinê ne û got: Herêma Kurdistana Iraqê piştî salekê ji lidarxistina hilbijartinan hîn jî di avakirina hikûmetê de ser neketiye û Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê(PDK) li Kerkukê jî rastî qeyrana navxweyî ve hatiye, ji ber vê yekê hilêxistina van gotinan nemaqûl e. Mehmûd Zêydan, serokê koma Meclis Erebî Muwahid  bi rexnekirina gotinên Mesrûr Barzanî got: PDK di her gereke hlbijartinê de hînî gotinên bi hellahella bûye û ev gotin nîşan didin ku partî di bidestxistina dengên gel de li deverên din ên Herêma Kurdistana Iraqê de işkest xwariye û ew dixwaze civakê han bide da ku dengan bi dest bixe. Ednan Kenanî, Karzanê ewlehiyê yê iraqî, jî  tevî dijberiya li himber van gotinên Barzanî got, gotinên serokên Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê di dema hilbijartinan de her tim amûrek bûne ji bo bidestxistina dengên Kurdan.

 Nazim Medxeş, çalakvanê iraqî, jî  tevî protestokirina gotinên Mesrûr Barzanî li ser Kerkukê, got ku gotinên Barzanî nayên qebûlkirin û di navbera gotinên nijadperestane û eşîretî de ti ferqek tune ye û divê partî di dema hilbijartinan de  xwe ji gotinên bêtifaqçêker dûr bigrin. 

Serepeyv