Cotmeh 04, 2025 17:04 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistanê- 314 namzed jibo Hilbijartinên Parlemana Iraqê hevrikiyê dikin

Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê ragihand ku 314 namzed ji Herêma Kurdistanê dê beşdarî hilbijartinên parlemana Iraqê bibin.

Neberd Omer, Serokê Nivîsgeha Hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê, ragihand: Di hevrikiya hilbijartinê de, namzed dê bên çavdêrîkirin û  ger her cure binpêkirinek çêbe ew ê bi cezayên pereyî, girtin an jî yê ji dewama beşdariya di hevrikiya hilbijartinan de bêpar bimînin.Hejmara namzedên ku ji hêla komîsyonê ve li seranserê Iraqê hatine pejirandin nêzîkî 7 hezar û 800 kes e. Li Herêma Kurdistanê, 314 namzed dê hevrikiyê bikin, ku pênc ji wan serbixwe beşdar bûne.

Serokê Nivîsgeha Hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê, bal kişand  ser bisînorkirinên qanûnî di hevrikiya hilbijartinê de û got: Ne mafê namzedan e ku li cihên hikûmî û olî propagandê bikin, û bikaranîna trimbêl û îmakanatên hikûmî ji bo vê armancê qedexe ye.

Serepeyv