Elî Heme Salih: Hêzên ewlehiyê, dezgeda dadê, tenduristî û derman û mafên mirovan bûne goriyê dabeşkirinên partiyan
Serokê Tevgera Helwesta Niştimanî di axiftineke tund de, dabeşbûnên partiyan li Herêma Kurdistanê sedema nakokiyan da zanîn û got ku heta saziya mafên mirovan jî bûye goriyê vê pêvajoyê.
Elî Heme Salih, bi tundî rexne li rewşa Herêma Kurdistanê û şêwaza birêvebirina herêmê kir û got: Herêma Kurdistanê û birêvebirina wê ketine rewşek pir xirab. Ne tenê hêzên ewlehiyê û û dezgeha dadê belku heta saziya mafên mirovan jî hatiye dabeşkirin.Van her du karesatên mezin her tişt dabeş kirine. Ne tenê Pêşmerge, dahat, erd û sînor, belku ewlehî, dadwerî û tenduristiyê jî. Heta saziya mafên mirovan jî bûne goriyê dabeşkirinên partiyan.
Wî rexne li pawankirina desthilatê ji hêla her du partiyên sereke yên herêmê kir û got: Kîjan dijmin serweta vê herêmê bi vî rengî berbad kiriye? Du partî û çend desthilatdarên vê herêmê her tişt girtine destê xwe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare mûçeyê mehekê bide, lê desthilatdarên wê û zarokên wan bûne milyarder.