Tebax 15, 2025 18:56 Asia/Tehran
  • Rêketina Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê ser destpêkirina karê parlemanê

Di civîna hevpar a şandên muzakireker ên du partiyên sereke li Hewlêr, her du aliyan derbarê destpêbûna xebata şeşemîn gerra parlemana Kurdistanê ji Îlona dahatî li hev kirin.

Di daxuyaniya  hevpar a şandên muzakireker ên YNK û Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê piştî civîna duh de hatiye ku li gor bingeha û prensîbên ku ji hêla her du aliyan ve li hev kirine, hin pêngav ji bo hevkariya hevpar di qonaxa pêşerojê ya rêveberiya herêmê  hatine rakirin gelek pêşketin tên dîtin. 

Li gorî daxuyaniyê, her du alî, bi berçavgirtina îrade û daxwazên gelê Herêma Kurdistana Iraqê, li hev kirin ku hewldaneke cidî bikin ku li Îlona bê de  şeşemîn gerar parlemana  Kurdistanî dest bi çalakiyên xwe yên yasayî û normal bike. Her du aliyan her wiha  tekezî ser  pêwîstiya  dewama  qonaxên din ên avakirina kabîneya dehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê  kirin.

Serepeyv