May 18, 2025 18:02 Asia/Tehran

Serokê Herêma Kurdistanê got: Pêwendiya navbera herêmê û Îranê têkiliyeke dîrokî ye. Me bi Îranê re têkiliyên dîrokî, çandî û siyasî yên berfireh hene.

Nêçîrvan Barzani di Civata Gotûbêjê ya Tehranê de got: Ji ber ku Îran tekezî  ser yekîtî û hevkariya welatên herêmî dike, em niha dibînin ku têkiliyên Îranê bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re di halê berfirehbûnê ne. Serokê Herêma Kurdistanê got:Di şerê li dijî DAIŞê de Îran yekem welat bû ku alîkariya Iraqê kir. Barzani tekez kir: Em di warê ewlehiyê de jî di halê pêşkeinê de ne û Herêma Kurdistanê dê qet  nebe gefek dijî Îranê. Wî derbarê hilweşandina PKKê  jî got: Herêm piştgiriyê dide mijara hilweşandina PKKê. Tirkiyê jî amadebûna xwe îlan kiriye.  Her du aliyan îradeya xwe ya cidî di vê pêvajoyê de  ragihandine. Me jî amadebûna xwe ji bo alîkariyê bovê pêvajoyê de ragihandiye.

Nêçîrvan Barzani bi Serokkomar û Serokê Parlemana Îranê re jî hevdîtin pêk anî.
Di vê hevdîtinê de,derbarê xurtkirina têkiliyên dualî û pêşxistina zemîneyên hevkariya hevbeş  di navbera Îran û Herêma Kurdistanê di hemû waran de  gotûbêj hatinkirin.

Serepeyv