Nîsan 30, 2025 18:10 Asia/Tehran
  • Dijberiya PDKê himber radestkirina posta serokatiya Herêmê

Partiya Demokrat a Kurdistanê dijî radestkirina posta serokatiya Herêmê bo Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê derket.

Di civîna duh a di navbera şandên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê da li bajarê Dûkanê, YNK daxwaza wergirtina çend postên girîng ên hikûmetê, ji wan serokatiya herêmê  kir lê ev daxwaz rasterast ji aliyê Mesrûr Barzanî ve hat redkirin.

Mesrûr Barzani tekez kir ku divê ev post di destê Partiya Demokrat a Kurdistanê de be û taybetî jî, Nêçîrvan Barzani di vê  postê de bimîne.

Serepeyv