Nîsan 10, 2025 18:10 Asia/Tehran
  • Dîyarkirina roja civîna YNK û PDKê ji bo parvekirina postan

Berdevkê Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku civînên PDK û YNKê ji bo parvekirina postan yê roja şemîyê dest pê bibin û post ser 3 beşan hatine parvekirin.

Se`idî Ehmed Pîre Berdevkê YNKê ragihand ku me xwe ji bo şirîkatîya di hikimranîya li Herêma Kurdistanê amade kirîye, me desteya xwe agahdar kirîye ku vê carê ti valatîyekê nehêlin û em dixwazin di hikûmetê da bin û li ser hemî babetan li hev bikin.

Berdevkê YNKê herwiha got: Em çaverêyê vegera Qubad Talebanî ji Yûnanê bûn, ji roja 12ê Nîsanê va yê civînên desteyên YNK û PDKê ji bo parvekirina postan dest pê bibin. 

Wî herwiha got: Post ser 3 astên serokatî, wezaretên birêvebirinê û wezaretên xizmetguzarîyê hatine parvekirin û dê ser wan lihevkirin pêk were. 

Pîre herwiha got ku YNK pêgirîyê dike ku divê parvekirina postan ser bingeha hevsengîyê be. 

Serepeyv