Peyama pîrozbahîyê ya Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Fitrê bo rayedarên Îranê
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Cejna Fitrê li rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî, Serokomar û Serokê meclisa Îranê pîroz kir.
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di peyamên cida de, Cejna Fitrê li hezretê Ayetullah Xamineyî rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî, Mesûd Pêzêşkîyan Serokomar û Serokê meclisa Îranê pîroz kir.
Di peyama pîrozbahîyê ya Nêçîrvan Barzanî bo Pêzêşkîyan da hatîye: Ez Cejna Fitrê ji dil û can li cenabê te pîroz dikim. Ji Xwedayê mezin dixwazim ku ec cejna pîroz, xêr û bêr û aramî û istiqrarê ji bo cenabê te û hemî gelê birûmet ê Îranê bîne.
Di dewama peyama Serokê Herêma Kurdistanê da hatîye ku di vê boneya bimbarek da, pêgirîyê ser girîngatîya xurtkirina hevkarîyên Komara Islamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê dikim, bi awayekî ku ser xêra her du alîyan da be.