Hilbijartina jinekê weke parêzgara Helebce
Çavkaniyekê ji parêzgeha Helebce ragihand, ku parêzgara bajarê Helebce Noxşe Nasih wek serperesta parzêgariyê hatiye destnîşankirin û di hefteya bê de wek yekem parêzgara jin li Herêma Kurdistanê dê bi fermî dest bi karê xwe bike.
Çavkaniyeke agehdar ji parêzgeha Helebce ragihand, ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi biryarnameyekê, Noxşe Nasih weke serperesta parêzgara Helebceyê destnîşan kiriye.
Li ser pêşniyara qayîmeqamtiya Helebcê, Rêveberê navçeya Bemoyê Simko Salar weke qaymeqamê nû yê Helebce dê were destnîşankirin.
Destnîşankirina jinekê weke parêzgara Helebce di salvegera kîmyabarana Helebce de di halekê de bala raya giştî kişandiye ku xemsariya hikûmeta Bexda û Herêma Kurdistanê ji pirsgirêkên berfireh ên bajarê Helebce hêrs kiriye.