Adar 10, 2025 19:01 Asia/Tehran
  • Tekeziya Wezîra Darayî ya Iraqê ser dayîna 150 milyar dînar ji dahata neniftî ya Herêmê

Wezîra Darayî ya Iraqê daxwaza dayîna derhata neniftî ya Herêma Kurdistana Iraqê bo xezîneya neteweyî û şandina jimareyên bankî yên karmendên Herêmê kiriye.

Soran Omer, parlemanterê Iraqê derbarê sê daxwazên nû yên Têyf Samî, Wezîra Darayî ya Herêma Kurdistana Iraqê agahî da û got, Têyf Samiyê daxwaza dayîna 150 milyar dînar ji dahata neniftê ya Herêma Kurdistanê di meha Çile de bo xezîneya neteweyî û herwiha diyarkirina çarenivîsa dahata Herêma Kurdistanê ji nifta mehên borî kiriye.

Soran Omer her wiha got ku Têyf Samî daxwaz kiriye ku her meh jimareyên bankê yên karmendan ligel lîsteya miaşgiran  ji bo Bexdayê bê şandin.

 Her wiha çavkaniyên nûçeyan  ragehandin ku bona zêdekirina berhemanîna gazê li Herêma Kurdistana Iraqê, di demek nêzîk de 3 bîrên nû li meydana gazê ya  Kormor a parêzgeha Çemçemalê dê bên kolandin.

Serepeyv