Tekeziya Qobad Talebanî ser beşdariya wekhev bi Partiyê di rêveberiyê de
Qubad Talebanî , Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê bal kişand ser dewama muzakirên jibo pêkanîna kabîneya dehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê û tekez kir ku Yekîtiya Niştîmani dixwaze beşdarî biryarên girîng û stratejîk bibe û naxwaze tenê bi awayekî formalîte di hikûmetê de çalak be.
Cîgirê serokwezîrê herêma kurdistana Iraqê amaje bi vê yekê kir ku armanca Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê di kabîneya dehem a hikûmeta herêmê de ew e ku di pêkanîna hikûmetê de bibe şirîkê rastîn ne ku bi tenê bi awayekî sembolîk beşdar dibe. Wî ragehand, hewldanên jibo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê tim berdewam in û tekez kir ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê dixwaze di pêkhateya hikûmetê de şirîkekî rastîn be û naxwaze tenê wek aliyek beşdar hevkariyê bike .
Qubad Talebanî got ku civînên vê dawiyê cidîtir bûne û mijar bi hesasiyeteke zêdetir hatine hilkolandin û got: Ez bi geşbînî dibêjim ku qonaxên kar bi başî pêş ve çûne.