Sibat 18, 2025 17:50 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Text-rewançî bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê û serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê re hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtina Mecîd Text-rewançî bi Mesûd Barzanî, serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê re peywendiyên dualî, mijarên navçeyî û rêyên berfirehkirina peywendiyên dualî û alûgorên navçê hatin hilkolandin.

Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê jî mazûvanê Mecîd Text-rewançî bû û anegorî daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê, di vê hevdîtinê de alûgor û bûyerên herî dawîn ên Iraq û navçê û berfirehkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara îslamiya Îranê de hatin hilkolandin. Her du aliyan pêgirî ser xurtkirina peywendiyên dualî, bi taybet di warên aborî û  danûstandina bazirganiyê anegorî berjewendiyên hevpar de kirin.

Serepeyv