Serokê Herêma Kurdistanê: Em rê nadin ku ewlehiya Îranê bikeve ber gefan
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê got: Qonaxeke girîng û nû di warê xurtkirina peywendiyên Îran û Herêma Kurdistanê destpê bûye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de ragihand ku sefera Mesûd Pizişkiayn, Serokê Komara Îslamî ya Îranê ya Herêma Kurdistanê û herwiha sefera wî ya Tehranê qonaxeke girîng û nû di warê bihêzkirina peywendiyên di navbera her du aliyan de bûye.Nêçîrvan Barzanî got, di warê cîbicîkirina rêketina ewlehiyê di navbera Îran û Iraqê de pêşketinên baş tên dîtin û emê nehêlin ku ji axa Herêam Kurdistanê ve aramî û ewlehiya Îranê bikeve ber metirsiyê.
Serokê Herêma Kurdistanê got ku, rêxistin û dezgehên pêwendîdar ên Iraq û Îranê di halê çavdêrî û şopandina çawaniya cîbicîkirina rêkeftinan di warên curbicur de ne.