Sibat 12, 2025 18:06 Asia/Tehran
  • Peyama Nêçîrvan Barzanî li ser salvegera serketina Şoreşa Îslamî ya Îranê

Peyama pîrozbayî ya Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê jibo Dr. Mesûd Pizişkiyan, Serokê Komara Îslamîya Îranê bi boneya 46emîn salvegera serketina Şoreşa Îslamî ya Îranê pêşkêşî Feramerz Esedî serkonsûlê Îranê li Hewlêr hat kirin.

Fewzî Herîrî Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê bi nûneratiya  ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve beşdarî merasima bibîranîna 46emîn salvegera serketina Şoreşa Îslamî ya Îranê li Hewlêrê bû û peyama pîrozbayî ya Serokê Herêma Kurdistanê bo Dr. Mesûd Pizişkiyan serokê Komara Îslamî ya Îranê pêşkêşî Feramerz Esedî seroknsûlê nû yê Îranê û endamên konsûlxana Îranê kir û jibo Esedî hêviya serketin û serbilindiyê di cîbicîkirina erkên xwe yên nû de kir.

Esedî her wiha ji ber amadebûn û beşdariya Fewzî Herîrî bi nûneratiya ji aliyê Barzanî ve di merasima bibîranîna 46emîn salvegera serketina Şoreşa Islamî ya Îranê li Hewlêrê destxweşî lê kir û tekezî ser berdewamî û xurtkirina peywendiyên Tehran û Hewlêrê kir.

Serepeyv