Nêçîrvan Barzanî: Emji pejirandina guhertina yasaya bûdceya federal pêşewaziyê dikin
Serokê Herêma Kurdistanê li pesendkirina yasaya bûdceya federal li Parlemana Iraqê pêşewazî kir.
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji dengwergirtina Parlemana Iraqê bo pesendkirina yasaya bûdceya giştî ya federalî pêşewzaî kir û ji parlemanê û ji hemû kesên ku di proseya amadekirin û pejirandina wê de hevkarî kirine sipasî kir
Li daxuyaniyê Nêçîrvan Barzanî de hatiye em spasî û pêzanînên xwe yên taybet ji bo Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî re diyar dikin ku hema ji destpêkê ve i nêrîneke neteweyî û bi berpirsyarî ji bo çareserkirina kêşeyên girêdayî bûdce, maf û darayî ya Herêma Kurdistanê bi me re hevkarî kiriye. Herwiha em destxweşiyê li şanda muzakireyê û aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal dikin.
Ev kiryar pêngaveke erênî û hêvîdarane ye ku ne tenê Herêma Kurdistanê dê sûdê jê werbigre belku dê sûd û feydeya wê ji bo hemû Iraqê hebe