Mesûd Barzanî: Hevdîtina bi Pizişkiyan re pir baş bû
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê di hevpeyvînekê de ragihand ku peywendiyên Tehran û Bexdayê ser bingeha rêzgirtina dualî ye.
Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de li gel toreke erebî derbarê çawaniya peywendiyên navbera Bexda û Tehranê di paşerojê de got: Peywendî ser bingehê rêzgirtin û berjewendiya dualî ye û tu destwerdan di karûbarên navxweyî yên tu welatekî de tine.
Îran welatek e ku bi qasî hezar kîlometran û zêdetir sînorên wê bi Iraqê re heye, me dîrok û xalên hevpar ên zav hene û welatekî girîng li navçê ye û têkiliyên me yên bi Îranê re ser bingeha rêzgirtina dualî ne. Mesûd Barzanî bal kişand ser hevdîtina xwe bi Mesûd Pizişkiyna li sefera bo Herêam Kurdistana Iraqê got: Hevdîtina me pir baş bû.
Serokomarê Îranê mîna zimanê xwe yê zikmakî bi kurdî diaxive.
Ew dilovan û pir semîmî bû, û gelek li ser berfirehkirina peywendiyan tekez dikir. Me bi Kurdî axivî, em herdu jî li bajarê Mehabadê ji dayîk bûne û navê me her duyan jî Mesûd e.