Çile 13, 2025 19:02 Asia/Tehran
  • Tekeziya Nêçîrvan Barzanî ser çareserkirina pirsgirêkan ji rêya diyalogê

Serokê Herêma Kurdistanê di sefera Bexdayê got: Divê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi diyalog û hevkariyê bên çareserkirin.

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di civîna hevpeymaniya rêveberiya hikûmetê  li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî de tekez kir. ku divê mafên Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûra Iraqê de bên garantîkirin. Wî  ji hewldanên Serokwezîr bo bihêzkirina peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de  destxweşî kir. û hêvî kir ku nakokiyên mayî bi diyalogê bên çareserkirin. Di vê civînê de pirsa mafên karmendên Herêma Kurdistanê weke pirseke teknîkî  û ne siyasî hat hilêxistin û  tekezî ser pêwîstiya pêkanîna reformên darayî û aborî hat kirin.

 Di vê civînê de meselên  Rojhilata Navîn, seferên  fermî yên Serokwezîrê El-Sûdanî bo çend welatên dost û mijarên din hatin nîqaşkirin.

Duh êvarî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sefera Bexdayê kir û piştî pêşwaziya germ a Mihemed Şîya Sûdanî, serokwezîrê Iraqê beşdarî civîna hevpeymaniya Rêveberiya  hikûmetê kir.

Serepeyv