Daxwaza Nêçîrvan Barzanî ji bo pêkanîna kabîna nû ya Herêma Kurdistana Iraqê
Mijdar 16, 2024 17:20 Asia/Tehran
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ji alîyên sîyasî xwest ku bi awayekî berpirsane muzakireyên pêkanîna kabîna nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dest pê bikin.
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ku li Silêmanîyê diaxivî, got: Ez ji alîyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê dixwazim ku berjewendîyên bilind ên welêt raserî her tiştekî din bizanibin û muzakireyên ciddî û berpirsane ji bo pêkanîna kabîneyeke kêrhatî û mayinde dest pê bikin.
Bazranî herwiha got: Divê kabînyek were pêkanîn ku bersiva daxwazên gelê Herêma Kurdistanê bide û bikaribe pirsgirêkên wan çareser bike.