Mijdar 13, 2024 20:10 Asia/Tehran

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî îro li Hewlêrê bi Nêçîrvan Barzanî Serok û Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê û Mesûd Barzanî Serokê PDKê ra hevdîtin pêk anî. Di van hevdîtinan da bi giştî basa pêkanîna kabûna nû, pişka Herêma Kurdistanê ji bûcê, miaşê karmendan, dosîya hinardekirina niftê û peywendîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê hat kirin.

Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê vê sibê li balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê ji hêla Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê va hta pêşwazîkirin. Li gorî daxûyanîa Dîwana Serokatîya Herêma Kurdistanê, Sûdanî destpêkê bi Nêçîrvan Barzanî ra civîya û her du alîyan basa encamên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û her wiha rewşa navçeyê kirin. 

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî tekezî li ser girîngiya bihêzkirina mekanîzmayên hevahengiyê yên ji bo çareserkirina pisgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyaloga avaker û li gorî destûrê kirin.

Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê jî ragihand ku di civîna Sûdanî û Mesrûr Barzanî da jî her du alîyan pêgirî ser bicihanîna biryarên Dadgeha Federal ên têkildarî dayîna miaşê karmendên Herêma Kurdistanê kirin. 

Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê jî di daxûyanîekê da têkildarî hevdîtina Sûdanî û Mesrûr Barzanî ragihand: Her du alîyan pêgirî ser destpêkirina hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê di dema herî zû da û nehîştina berbendên ser rêya vê demajoyê kirin, bi awayekî ku ev yek ser xêra hemî welatîyan li Herêma Kurdistanê û Iraqê be. 

Serokwezîrê Iraqê herwiha bi Mesûd Barzanî Serokê PDKê ra civîya û her du alîyan basa rewşa sîyasî ya Iraqê, pêkanîna kabîna nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û dawîn alûgurên navçeyê kirin. 

Sûdanî ji ber lidarxistina serkevtî ya hilbijartinê  parlimana Herêma Kurdistanê pîrozbayî li Serokê PDKê kir û hêvî kir ku hemî alî li Herêma Kurdistanê li ser pêkanîna kabîna nû zûka li hev bikin. 

Serepeyv