Tîrmeh 15, 2024 09:50 Asia/Tehran
  • Endamê Yektiyê: Rêketinek di navbera Hewlêr, Bexda û Enqerê de derbarê pêşdeçûnên artêşa Tirkiyê nav Herêma Kurdistanê heye

EndamêYekîtiya Niştimaniya Kurdistanê derbarê hebûna rêketineke sê alî di navbera Hewlêr, Bexda û Enqerê de derbarê pêşdeçûnên artêşa Tirkiyê di nava axa Herêma Kurdistanê deagahî da

Hîwa Mihemed, Endamê YNK  di hevpeyvînekê de bal kişand  ser wê yekê ku hêzên Tirkiyê vê dawiyê  pêşdeçûnên xwe li hin navçên Duhok, Zaxo û Amêdiyê berfireh kirine û got:

Me çend heftiyan berî niha derbarê derbasbûna artêşa Tirkiyê nav Herêma Kurdistanê hişyarî dabû lê Bexda-Hewlêr ti bertek li hember hişyariya me nîşan nedan û niha em dibînin ku hêzên Tirkiyê li navçeyên Bakurê Iraqê  bi cih bûne.

Hîwa Mihemed tekez kir ku hêzên Tirkiyê roj bi rojê ber bi bajarên Herêma Kurdistanê ve pêşde diçin û ev liv û tevgerên leşkerî ji Sûriyê dest pê bûn û li Iraqê  jî berfireh bûn û got: Em niha di qonaxa destpêkê ya dagirkirina navçeyên Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve ne û nabe  sinaryoya Tirkiyê ya li Sûriyê li Herêma Kurdistanê  were dubare kirin.

Wî destnîşan kir : Rêketineke sê alî di navbera Hewlêr, Bexda û Enqerê de ji bo pêşdeçûna artêşa Tirkiyê di nava Herêma Kurdistanê de heye û Partiya Demokrata Kurdistanê jî li Iraqê armancên din ên siyasî dişopîne.

Serepeyv