Hevxemiya Mesrûr Barzanî digel Komara Îslamî ya Îranê
May 21, 2024 16:39 Asia/Tehran
Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê bi amadebûna li Konsûlxaneya Îranê li Hewlêrê hevxemiya xwe digel Komara Îslamî ya Îranê ji ber şehîdbûna Seyid Îbrahîm Reîsî Serokkomar û hevrêyên wî diyar kir.
Mesrûr Barzanî di vê serdanê da got: Em hatine vê derê ku sersaxî û hevxemiya xwe bi rêya Konsûlxaneya Komara Îslamî ya Îranê arasteyî Rêberî, Serokatî, Hikûmet û Gelê Îranê bikin û hêviya me ev e ku eva dawîn xema gelê Îranê be.