Kanûn 15, 2023 15:46 Asia/Tehran
  • Hevahengiya navbera Bexda û Hewlêrê ji bo pêkanîna tevdîrêîn taybet li derbasgehên sînorî

Berdevkê Wezareta Plandarêştinê ya Iraqê tevî tekeziya li ser berxwegirtina tevdîrên giran ji aliyê vê wezaretxaneyê va ji bo kontrolkirina tam a sînoran û pêşîgirtin li derbasbûna kelûpelên qaçax bo nav welêt, got: Navbera hiokûmetên federal û Herêma Kurdisatan Iraqê ji bo pêkanîna van tevdîran li hemî derbasgehên sînorî hevahengiyeke gellekî baş heye.

Ebduzzehra Hendawî Berdevkê Wezareta Plandarêştinê ya Iraqê bi gotina vêya ku Sazûmana Navendî ya Standard û Kontrola Kualîteya Kelûpelan a Iraqê bi rêya girêbestên xwe digel hejmareke kompaniyên navneteweyî, lêgerîna kelûpelên îdxalkirî li welatê jêderk didomîne, got: Ev kompanî bi rêya beşa sivîl li Iraqê gewahiya lêgerîna ji kelûpelên îdxalkirî raber dikin.

Berdevkê Wezareta Plandarêştinê ya Iraqê tevî amajeya bi vêya ku li hinek derbasgehên sînorî yên nefermî ji bilî operasyona qaçax û derbaskirina bêdestûr, pirsgirêkine din hene, tekez kir: Wezareta Karên Hundir a Iraqê kiryarên pêwîst ji bo kontrolkirina tam a sînoran bi cihb tîne û dê destûra îdxalkirina her cûre kelûpelên qaçax bo nav welêt nede. Wî her wiha tekezî li ser hevahengî di asta bilind da navbera Bexda û Hewlêrê ji bo berxwegirtina tevdîrên taybet li derbasgehên sînorî û yeksankirina siyasetên gumrikî kir.

Serepeyv